Kurd tevlî rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê nabin
Parlamenterê Hevpeymaniya Kurdistanê Saîd Resûl Xoşnaw ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Piraniya parlamenterên Hevpeymaniya Kurdistanê niha li Herêma Kurdistanê ne û tevlî rûniştina îro ya parlamentoyê nabin. Ew rûniştin taybet e bi gotûbêjkirina krîza parêzgeha Enbarê”.
Berî niha serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî daxwaz ji hemû parlamenteran bi giştî û parlamenterên Hevbendiya Dewleta Yasa ya ku ew serokatiya wê dike bi taybet kiribû ku tevlî ti rûniştineke parlamentoyê nebin eger tê de projeyasaya budceya giştî ya Iraqê ya sala 2014an neyê gotûbêjkirin.
Li gor karnameya rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê, biryar e siyaseta hikûmeta Iraqê û wezaretên peywendîdar derbarê krîza parêzgeha Enbarê de bê gotûbêjkirin.
Rudaw
