Yekem navenda wergera Kurdî li Sine hat damezrandin
Di vê derbarê de Tahirnijad ji ajansa Kurdpayê re ragehand ku armanca damezrandina navenda Hujîn, mezinkirin û geşeya pirtûkxaneya Kurdî ye û navendeke ji bo komkirina çalakvanên ku di warê ziman û edebiyata Kurdî de kar dikin.
Rêveberê navendê herwiha got ku eger piştgîriya wan bê kirin navenda wan ne tenê li Kurdistan, Îran lê di astê cîhanî de dikare di warê pêşxistina ziman, edebiyat û pirtûkxaneya millî ya Kurdî de gavên mezin bavêje.
Tahirnijad wiha axivî: ’’Armanca me ya serekî wergerandina şahkarên zimanê Kurdî bo ser zimanên zindî yên cîhanê û berovajiya vêna, lê bi derbasbûna demê re, kalîte û serkeftina şêwaza wergerandinê di Hujînê de aşkera dibe. Mixabin xebatên bi zimanê Kurdî di warên îlmî û akademîk de pir kêm yan qelsin û em dixwazin di navendê de zêdetir girîngiyê bidin beşa ilmî.’‘
basnews
