Esed piştgiriya siyaseta Rûsya li Ukraynayê dike
Li gor rûpela fermî ya Serokatiya Sûriyê li ser Facebookê, Beşar Esed nameyek ji serokê Rûsya Vladimir Putin re şand û tê de piştgiriya xwe ji bo hewlên Putin li Ukraynayê anî ziman.
Esed di peyama xwe de got ku “ew piştgiriya wan hewlên Putin dike ku ji bo vegerandina ewlekariyê li Ukraynayê û li dijî derbeya li wî welatî dide”.
Beşar Esed ku heta niha zêdetirî 135 hezar kes li wî welatî ji ber şer hatine kuştin, diyar kir ku “siyaseta Putin a ku li ser bingiha armancên Neteweyên Yekbûyî tê avakirin, ji bo hemû gelên cîhanê gerentiyeke”.
Esed di wê baweriyê de bû ku “Putin dê bikaribe aramî û şeriyetê vegerîne Ukrayna”.
Beşar Esed ku dixwaze îsal jî xwe ji bo serokatiya Sûriyê kandîd bike, got “helwesta Rûsya ya ku piştgiriya heqî û rasiyê dike dê kar ji bo avakirina paşeroja ku hemû gelên cîhanê dixwaze bike”.
Şîrove
Rudaw
