Li Aksarayê navenda HDPê rastî êrişê hat
HDPê duh li bajarê Aksaryê navendek vekiribû û rastî êrişa komek tirkên tundrew hatibû. Îro jî ew navend rastî êrişa komek kesên bihêrs hat. Wê komê ku hejmara wan nêzîkî 5 hezar kes dibû, bi keviran êrişî otobûsa hilbijartinan a HDPê kirin.
Her çiqas polîs xwest pêşiya wan bigire lê alozî hîn mezin bû û di bûyerê de 30 kes birîndar bûn.
Ji aliyekî din, HDPê duh di daxuyaniyekê de li hember êrişên li dijî xebatên partiyê nerazîbûn nîşan da û ragihand, di encama êrişa duh de otobûsa hilbijartinan a HDPê têkçûye û wiha hat gotin: “Piştî êrîşên li deverên Dîkîlî û Urla yên Îzmîrê, li Aksaray jî êrîş pêk hat. Vê carê jî polîsan bi êrîşkaran re hevkarî kirin. Tedbîrên pêwîst negirtin. Avahiya partiya me dorpêç kirin û destûr dan ku êrîşkar bên heta nêzîkî otobûsa me bibin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku careke din hikûmeta AKP'ê û Wezîrê Karên Hundir hişyar dikin û ev xusûs hatin destnîşankirin, "Em careke din hikûmeta AKP'ê û Wezîrê Edaletê hişyar dikin. Astengikirina van êrîşên ku hewl didin HDP'ê bikişînin nav şer û ewlekariya hilbijartinan karê hikûmetê ye. Divê polîs tedbîran bigire. Na eger negirin, em ê bi xwe tedbîrên xwe bigirin."
Rudaw
