Serok Barzanî pêşwaziya termên 93 Şehîdên enfalê kir
Di merasimeke girseyî de yaku Serokê kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî tê de beşdar bû, termên 93 Şehîdên enfalê yên ku li Başûrê Îraqê hatibûn dîtin, li Balefirxaneya Hewlêrê de hatin pêşwazîkirin.
Di vê merasima han de ku hijmareke zêde ji Rayedarên Kurdistanê, xelk , nunerên dezgeh û saziyên medenî û herwiha nunerên welatên biyanî jî tê de amade bûn, Serokê Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û spasiya xelkê devera Semawe ya li Başûrê Îraqê de kir ku bo dîtina wan gorên bi komî hevkariya pêwîst pêşkêş kirine.
Serok Barzanî di beşeke din ya gotara xwe de dilgiraniya xwe ya li hember rewşa siyasî ya Îraqê diyar kir û got: Rayedarên Îraqê naxwazin Kurd bibe xwedan biryar û çarenûsa xwe.
Serok Barzanî got: Ez naxwazim gefan li ti kesekî bikim lê eger Bexda li ser siyasetên xwe yên niha berdewam be vê demê em helwesteke wisa raber dikin ku ti carî bi eqilê Bexdayê de nehatibe.
