Sibê temên 93 enfal kiriyên din li Barzanê tên veşartin
Biryare sibê bi merasimeke girseyî termên 93 enfal kiriyên din li Barzanê werin veşartin.
Di presskonferansekî de berpirsê wegerandina termên enfalkiriyên Kurd ji deverên din yên Îraqê bo Kurdistanê Ebdulmuheymen Barzanî ragehand ku piştî dîtina termên 93 enfal kiriyên din yên devera Barzanê li gorên bikomî yên li Başûrê Îraqê de biryare termên han roja pêncşemê bi merasimeke girseyî li Barzanê werin veşartin.
Çavkanî eşkere kir ku ev termên han beriya çend rojan di nava çend gorên bikomî yên li Başûrê Îraqê de hatine dîtin û piştî karûbarên pêwîst ji bo Barzanê hatine veguhastin û roja pêncşemê li goristana Şehîdên enfal kirî ya li Barzanê tên veşartin.
