Daxuyaniya hikûmeta Kurdistanê bi minasibeta 23saliya serhildanê
Bi minasibeta 23 saliya serhildina gelê Kurdistanê, hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand û di daxuyaniya xwe de dibêje:
23 sal bi ser serhildana mezin û dîrokîya cemawerê Kudistanê de derbas dibin, di vê miasibeta pir hurmet de pîrozbahiyeke gerim li tev xelkê Kurdistanê, partî, aliyên siyasî bi giştî û malbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyê mêrxasê Kurdidtanê bi taybetî dikîn.
Beriya îro bi 23 salan gelê Kurdistanê ji kêmtirîn mafên xwe yên seretayî bê par bû. Ji ber hindê gelê Kurdistanê bi tevayî derketin kolanan û ser cadan û bi piştevaniya hêza pêşmergeyê Kurdistanê û tewsîyeyên Bereyê Kurdistanî û siyasetmedarên kurd, gorzeke bi bandor weşande rijêma jinavçûya Basê û di demeke kurt de tev deverên Kurdistanê azad kirin.
Serhildana şikodara adara sala 1991ê bersiveke dîrokî bû li hember bêdengiya civaka navdewletî li ser hemû ew zilim, sitem û neqediyên derheq bi gelê Kurdistanê dihat kirin.
Serhilndan bû sedema wê yekê ku, Konseya Ewlehiya Navdewletî biryara 688 bide ku, tê de deverek aram destnîşan kir û rijêma jinavçûya Basê ji sînorên her sê wîlayetên herêma Kurdidtanê Hewlêr, Silêmaniyê û Duhokê vekişiyan. Pişt re bi piştevaniya dostan û civaka navdewletî, yekemîn hilbijartinên azad li herêma Kurdistanê hatin encam dan û parlamentoya Kurdistanê û pişt re jî hikûmeta herêma Kurdistanê hatin ava kirin.
Her du saziyên şeriî; parlamentoya Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê di demekê de hatin avakirin ku, herêma Kurdistanê xwedî infrastruktureke wêran û xakekî şewitî bû ku, şûnwarên 4000 gundên kavil, enfal û kîmiyabaran li ser laşê Kurdistanê diyar bû, lê bi îradeya mokim a gelê Kurdistanê, me karî bi ser asteng û kirîzan de serkef in. Îro jî piştî 23 salan ji roja serhildanê, tevî kêmasiyan, em dikarin bi serbilindî beramber miletê xwe rawestin û bêdera destkeft û afrandinên mezin bibîn in û Kurdistana rijêma Basê bi wêrankirî bi cî hêlay, carek din avadan bikîn.
Hikûmeta herêma Kurdistanê tu caran dest ji îradeya çaksaziyê û pêşxistina tecrûbeya xwe ber nedaye û ber nade. Di vê çarçoveyê de jî me pêngavên mezin di warê xizmetgozarî, pirosesa avadankirin û geşepêdna xwelatê xwe de avêtine û bernameya me jî berdewambûne li heman siyasetê û zêdetir xizmetkirina hevwelatiyan e.
Her di vê minasibeta pir hurmet de, hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze yada serhildanê bibe destpêkek nû bo xurtkirina xebata hevbeşa hemû aliyan ji bona pêkanîna hikûmeta nû a herêma Kurdistanê ku, hemû aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê di pirosesa avadankirina Kurdistanê, serxistina tecrûbeya me û bihêzkirina biratî, wekhevî û parastina yekrêziya gelê Kurdistanê ji bona bidestveanîna armancên me beşdar bin.
Her bilind û pîroz be yada serhildanê û silav bo canê paqijê şehîdên serhildanê û bizava rizgarîxwaza Kurdistanê.
