Aliyên siyasî yên Îraqê piştgîriya gotara Serokwezîrê Kurdistanê dikin
Aliyên siyasî yên Îraqê piştgîriya gotara Serokwezîrê Kurdistanê dikin yaku li Sêlimanî pêşkêş kir.
Di vê derbarê de hijmareke Serokê Suneyên Îraqê weke Haçim Hesenî û çend kesayetiyên din yên navdar ragehandin ku gotara Serokwezîrê Kurdistanê yaku li Sêlimanî pêşkêş kir raste jiber ku hikûmeta Kurdistanê heqe û li gorî destûrê tev digere û herwiha daxwaza mafên xwe yên destûrî dike.
Ev aliyên han eşkere kirin ku ev çend sale hin kêşeyên destûrî di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene û hikûmeta Bexdayê bo çareser kirina wan kêşeyan ti gavek neavêtiye.
Çavkaniyên han besa vê yekê jî kirin ku ev zêdetir ji 10 salaye kêşeya petrol û gazê jiber pesend nekirina proje qanûna petrol û gazê nehatiye çareserkirin û berpirsiyarê vê jî hikûmeta Bexdayê ye.
Ji aliyeke din ve Ebdulkerîm Samerayî ragehand ku Serokatiya Kurdistanê bi awayekî eşkere tirs û fikarên xwe yên derbarê rewşa niha û Îraqê de diyar kirine, ev di demekî deye ku hin aliyên siyasî yên Îraqê jî ev kêşe û mertirsiyên han dibînin.
