Nêçîrvan Barzanî: Me çend caran gef ji Bexdayê bihîstine
Nêçîrvan Barzanî di gotarekê de li Foruma salane ya Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê bal kişande ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Serokwezîr Barzanî got “Metirsiya me ji paşeroja Iraqê heye û êdî ji reftrara Iraqê li hember mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê me bêhêvî dike”.
Barzanî axaftina xwe wiha domand: “Çend caran me gefên rasterast ji Bexdayê bihîstine, lê emê di gotûbêjan de berdewam bin ji bo çaresekirina pirsgirêkan. Pêwîste Bexda jî bizanibe û ez car din tekîd dikim ku em paşde venagrin û destberdarê mafên xwe nabin li gor destûr”.
Nêçîrvan Barzanî herwiha got “Hizra merkeziyetê di desthilatê de li cem me bi dawî hatiye”.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de herwiha got “Em gelek dilgiranin ku keda xelkê Herêma Kurdistanê wek karteke guvaşan tê bikaranîn û bi tenê kesekî ew biryar daye û hertim em ji vê yekê ditirsiyan û ev yek jî çêbû”.
Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku “Lê em bi ti awayekî vê yekê qebûl nakin”.
Derbarê avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de Nêçîrvan Barzanî got “Avakirina hikûmetê gelek wext xwar, lê ev yek pêwîst bû, ji ber ku em dixwazin hemû aliyên serkeftî di hikûmeta bê de beşdar bibin û Herêma Kurdistanê çar salên aram derbas bike”.
Rudaw
