Peyva serokwezîr di merasima vekirina pirojeyê Şarî Ciwan li Silêmaniyê
Serokwezîrê di axaftina xwe de pîrozbahî li bajarê Silêmaniyê kir û got ku, ew kêfxweşe li bajarê Silêmaniyê beşdariyê di vekirina pirojeyek giring û mezin de weke pirojeyê Şarî Ciwan (bajarê Ciwan) de dike û pîrozbahî li Farûq mela Mistefa xwediyê pirojeyî kir û got:
- Ew kesên serdana bajrê Silêmaniyê dikir gelek caran ew gilî û gazinde hebû ku, tu hotêlên 5 stêrik li wî bajarî nîn in. Em kêfxweş in ku, îro bi we re beşdariyê di vekirina vê hotêlê de dikim. Ev pirojeye çîrokek din a pirosesa geşkirin, biyatdanan û avakirina herêma Kurdistanê ye ku, her ji destpêkê sektora taybet roleke diyar û bi bandor di wê pirosesê de lîstiye.
Barzanî di axaftina xwe de behsa siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê alîkarîkirina sermayedar û berhemanînên biyanî û navxweyî de kir û got ku, wê siyaseta hikûmeta Kurdistanê aqarekî xweş û minasib ji bo sermayedaran pêkanîne ku, bi awayekî aktîv bibine beşek sereke ji pêşxstin û geşkirina herêma Kurdistanê:
- Her ji destpêkê baweriya hikûmetê hebû ku, bêy beşdariya sektora taybet, herêma Kurdistanê nikare geş bike û pêş bikeve. Sektora tyabet daynemoya pêşkeftina her welatekî ye û li ser bingehê vê hizirê, hikûmeta herêma Kurdistanê her zû qanûna sermayerazandinê derxist, qanûnek ku, bikaribe sermayedarên biyanî û xwemalî teşwîq bike ku, sermayeyê xwe li herêma Kurdistanê birazîn in.
- Xelkê Kurdisatanê ew yek bi çavên xwe dît ku, sermayedar, karsaz û xwedîkarên Kurdistanê, bi dilsozî digel hikûmetê Kurdistanê kar kir û berdewam kar dikin û qazanc û sermayeyê xwe li herêma Kurdistanê dirazîn in.
Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de beha giringiya warê tûrîzmê jî kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyeke taybet bi warê tûrîzmê dide û diyar kir ku, warê tûrîzmê dikare bibe yek ji çavkaniyên sereke yên dahatiniyê bo herêma Kurdistanê:
- Hikûmeta herêma Kurdistanê bi cidî piştgiriya pirojeyên warê tûrîzmê li herêma Kurdistanê dike. Bê şik, kêmasî di warê tûrîzmê de gelek in, û ji hemûyan giringtir eve ku, sektora tûrîzmê pêwîstî bi infrastrukrura aborî heye daku, sermayedar bikarin di wî warî de kar bikin.
Barzanî di axaftina xwe de daxwaz ji sektora taybet a herêma Kurdistanê kir ku, derfetên kar bi xelkê Kurdistanê bidin û hewesa daxwaz ji zanîngehên Kurdistanê jî kir ku, ji bilî xwendinê divê xwendekar hînî pîşeyekê jî bibe:
- Gelek mixabin, ji bo her pirojeyekî, kareba, aircondition û gelek pirojeyên din, em neçar dibin xelkê ji derve bînin, ev jî siyaseteke şaş e û divê em rojekê bigihin wê baweriyê û bi cidî bixebitîn li nav herêma Kurdistanê zêdetir giringiyê bi xwendingehên pîşeyî bidîn û xurtên me hînî karkirinê bibin. Sermayedarên Kurdistanê jî gêncên herêma Kurdistanê di pirojeyên xwe de bidin karî, ev dibe çîroka serkeftinê bo her welatekî.
- Her welatek eger nikare ew sermayeyê miroviyê li nav welatê xwe yehe bikar bîne, dê ber bi rewşeke gelek xerap de biçe. Em jî yek ji wan welatan in ku, divê wê yekê bizanîn me ev pirsgirêk heye. Her kesê/a zanîngeh timam kir dixwaze li saziyên hikûmetê de kar bike, ev yek li tu welat û sîstemêm diniyayê de nabe û tu welat û hikûmet nikarin vî kar bikin, lê eger gêncên me biçin hînî pîşe bibin; hîn bibin çawa îşî karebe bikin, çawa îşî kaşî bikin, hîn bibin çawa îşî aircondition û mokêt bikin, hîngê ew gênc dikarin zêdetir derfetên akrî ji xwe re peyda bikin.
Li dawiyê serokwezîrê careke din tekîd li ser rola sektora taybet kir û got:
- Her welatek ku, sektora taybet tê de rola xwe bilîze û sermayeyê xwe li welatê xwe birazîne dê ber bi pêşve biçe, Eger em li Kurdistanê temaşe bikin, her tişta me heye, her çi heye ji tiştên biçûk û sade heta yên mezin, ji derve bo me tê, divê ev siyast bê guhertin. Ez hêvîdar im bi hîmet û karê zêdetir yê sektora taybet li herêma Kurdistanê, em bikaribin vê siyaseta herêma Kurdistanê bigiher in.
