Li Mûsilê 74 çekdar hatin kuştin
Di encama operasiyonekî de li Mûsilê 74 çekdar hatin kuştin.
Di vê derbarê de Fermandarê operasiyonên Mûsilê Mehdî Xerawî ragehand ku hevdem ligel destpê kirina bûyerên heyî yên li Parêzgeha Enbarê de hijmareke çekdarên ser bi DIŞIê hatine Mûsil û derdorê Mûsilê û xwe bicîh kirine.
Bo derxistina wan çekdaran li Mûsil û derdorê Mûsilê hêzên ewlekarî jî bi Serokatiya Fermandariya operasiyonên Mûsilê dest bi operasiyonekî dijî wan çekdarên han kirin.
Xerawî eşkere kir ku di encama operasiyona han de herî kêm 74 çekdar hatin kuştin û 449 kesên ku ji aliyê dadgehê ve jî hatibûn xwestin hatine binçavkirin.
Xerawî di dawiya axaftinên xwe de ev yek eşkere kir ku her di çarçoweya heman operasiyonê de 21 tirimbîlên bombekirî jî hatine pûçkirin û 53 navendên curbicur yên DIŞIê jî hatine hilweşandin.
