700 Penaberên din yên Rojawayê hatine Kurdistanê
Îro 700 Penaberên din yên Rojawayê hatine Kurdistanê.
Di çarçoweya hatine Kurdên Rojawayê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê de îro zêdetir ji 700 Kurdên Rojawayê Kurdistanê jiber şerê Sûriyayê hatine Başûrê Kurdistanê.
Di vê derbarê de berpirsê komelgeha sînor ya Pîşabûrê Şewket Berbiharî ragehand ku îro zêdetir ji 700 Kurdên Rojawayê Kurdistanê yên ku jiber şer û aloziyên heyî welatê xwe bicîh hêştine hatine Başûrê Kurdistanê.
Berbiharî herwiha eşkere kir ku ev Penaberên han beriya çend rojan gehêştibûn ser sînor û îro weke Penaber bi awayekî fermî hatine Başûrê Kurdistanê.
