Ti kêşeyek di navbera Serokatiya Kurdistan û PYDê de tuneye
Peyvdarê Serokatiya Kurdistanê dibêje ti kêşeyek di navbera Serokatiya Kurdistanê û PYDê de tuneye.
Peyvdarê Serokatiya Kurdistanê ragehand ku demeke hin kanalên çapemenî wisa nîşana xelk didin ku qaşo derbarê rewşa Rojawayê Kurdistanê de di navbera Serokatiya Kurdistanê û PYDê de kêşe û alozî hene, li wir em ji raya giştî ya Kurdistanê re dibêjin ku ti kêşeyek di navbera Serokatiya Kurdistan û PYDê de li Rojawayê Kurdistanê de tuneye, Serokatiya Kurdistanê hertim hevkariya tevahiya part û aliyên siyasî yên Rojawayê Kurdistanê kiriye daku part û aliyên siyasî yên Kurdî bi hevre kar bikin û yek helwest û yek deng bin.
Eger part û aliyên siyasî yên Rojawayê yekgirtî bin û bihevre kar bikin vê demê Serokatiya Kurdistanê jî bi her awayî hevkarî û piştgîriya wan dike lêbelê nabe piştgîriya takrewî û desthilata yek alî were kirin.
Lewre eger armanca wan kanalên ragehandinê hevkarî kirina gelê Rojawayê ye dibe di vê warî de bi awayekî berpirsiyariyane tev bigerin û rastiyan weke xwe weguhezin.
