• Friday, 13 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê hebûna boriyeke biqacaxbirina neftê red dike

Hikûmeta Kurdistanê hebûna boriyeke biqacaxbirina neftê red dike
Li dor wê nûçeyê ya ku, di hindek kanalên mediyayê de hatibû weşandin qaşo boriyeke neftê a biqacaxbirina neftê bo Tirkiyeyê li devera Hekarî hatiye dîtin, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê ew nûçeye red kir û got ku, tu esas ji bo wê nûçeyî nîne û hikûmeta herêma Kurdistanê bi tu awayî rê ji karekî wisa re nade.

Dizeyî ji malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê re got:

- Piştî çend cavkaniyan û dezgehên ragehandinê nûçeyek weşandî ku, qaşo boriyeke biqacaxbirina neftê di devera Hekarî li ser tixûbê navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye dîtin, hikûmeta herêma Kurdistanê bi lezgînî dest bi lêkolînê kir û dûvçûn dest pê kir, hikûmeta Kurdistanê gehişte wê encamê ku, ew nûşeye ji rastiyê dûr e, çunkî devera Hekarî devereke çiyaî ye û tu bîrên neftê jî lê wê deverê nîn in. Gelê bi boriyeke 500 metrî dê nef ji kû derê bigehe kû derê¬?

Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê got jî ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi tu awayî rê nade karekî bi wî awayî bê encam dan û hemû ew pirsên peywendî bi neftê û hinartina neftê ve hebin divê bi awayekî şefaf û li gor mafên destûrî bin û rêkeftin digel hikûmeta fedrel bi rêya danûstandinan be:

- Em hemû agvên bi wî awayê, biqecaxhinartina neftê, red dikin. Tişta ku heye boriya neftê a nevbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ye bi agadriya hemû aliyan e û heta nuha yek bermîla neftê bi rêya wê boriyê nehatiye firotin.


Top