Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Yarîdederê Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Iraqê kir
Di destpêka hevdîtinê de Yarîdederê Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Iraqê bi sedema wê rola ku Serok Barzanî li yarmetîdan û çareserkirina pirsa penaberên Suriye de ditiye spas û pêzanînên Cîgirê Serokê Amerîka û Wezîrê Derveyê welatê xwe bi Serok Barzanî gihand. Her wiha li vê hevdîtinê de Yarîdederê Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Iraqê wê yekê ragihand ku Serok Obama xweşhale ku pêşwaziyê li Serok Barzanî bike her demek ku niyaza serdana Amerîkayê hebê û balkişand li ser wê yekê ku hewla ciddî li holê daye ku li paşarojeke nêzîk da Kongresa Amerîka li rêya proje yasayek kêşeya pêdana vîze bi hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bi yekcarî bê çareser kirin.
Li vê kombûnê da pêvajoya siyasiya Iraqê û navçeyê û hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û her wiha peywendiyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê û kêşeya neşandina budçeya Herêmê xistin ber bas û guftûgoyê. Di derbarê babeta hilbijartinê Yarîdederê Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Iraqê bi pêwîstî zanî ku hemû aliyek hewl bidin hilbijartin li dema xwe de bê encamdan û di derbarê kêşeya neşandina mûçeya fermanberên Herêmê jî balkişand li ser wê yekê ku welatê wan daxwaz kiriye wê giriftê bi zûtirîn demî çareser bikin û mûçeya fermanberên Herêmê bidin û rê jî ji bo danusandin û diyaloga her dû aliyan bê xweş kirin.
Li beranberda Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku divê hilbijartin li dema xwe da bê kirin û di derbarê neşandina mûçeya fermanberên Herêmê jî Serok Barzanî ragihand ku mûçeya fermanberan tu peywendiyekî bi nakokiyên siyasiyan ve nîne û Hikûmeta Bexda wekî kartê zextê li dijî Herêmê bi kar tîne. Ew biryara Hikûmeta Bexda ne rewaye û binpêkirina mafê hemwelatiyên Herême û mafê tu kesek tûne û nikarê wê mafê zeft bike.
