• Friday, 13 February 2026
logo

DAÎŞ’ê xwîn û malê Kurdan helal dike

DAÎŞ’ê xwîn û malê Kurdan helal dike
Di daxuyaniyekê de rêxistina Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) Kurdistan WEK “Kafirİstan“ Binav dike û daxwaz ji çekdarên xwe dike ku “serê zilamên Kurd bibirin û jinê wan jî ji xwere bibin.”

Di daxuyaniyê de, Liqa Hesekê ya DAÎŞ’ê daxwazê ji çekdarên xwe dike ku navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji (Xaçperistan û Partiya Karkerên Kafiristanê paqij bikin” û ala Îslamê li wan navçeyan bilind bikin.

Herwiha demjimêra sifir, demjimêra destpêkiran şerê li dijî Kurdan îlan kiriye û tê îdîakirin ku dêçekdarên wê li Qamişlo û derdora wê hemû xwaringeh û cihên demderbas kirinê bişewitînin û dikanên zêran talan bikin û dest deynin ser hemû bazarên xwarin û cilan û dê wan bo “cepheyên di şer de” bişînin.

Hêjayê gotinê ye ku ev car a duyem e DAÎŞ’ê daxwaza serbirîna Kurdan kiriye û her dem wan wek kafir bi nav dike.
Top