DAÎŞ’ê xwîn û malê Kurdan helal dike
Di daxuyaniyê de, Liqa Hesekê ya DAÎŞ’ê daxwazê ji çekdarên xwe dike ku navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji (Xaçperistan û Partiya Karkerên Kafiristanê paqij bikin” û ala Îslamê li wan navçeyan bilind bikin.
Herwiha demjimêra sifir, demjimêra destpêkiran şerê li dijî Kurdan îlan kiriye û tê îdîakirin ku dêçekdarên wê li Qamişlo û derdora wê hemû xwaringeh û cihên demderbas kirinê bişewitînin û dikanên zêran talan bikin û dest deynin ser hemû bazarên xwarin û cilan û dê wan bo “cepheyên di şer de” bişînin.
Hêjayê gotinê ye ku ev car a duyem e DAÎŞ’ê daxwaza serbirîna Kurdan kiriye û her dem wan wek kafir bi nav dike.
