Muqteda Sedr ji bo xwendinê diçe Îranê
Li gor ajansa El-Alemê Muqteda Sedr diçe bajarê Qumê. Malpera El-Destûr jî di nûçeyekê de ragehandiye ku berpirsekî ofîsa Muqteda Sedr gotiye: ’’Muqteda Sedr dest ji siyasetê berdaye û dê xwendina xwe berdewam bike.’’
Çend roj beriya niha Sedr ragehandibû ku dê dest ji siyasetê berde û êdî rêbertiya tu aliyên parlementoyê nake û tu berpirsyartiyeke hikûmî wernagire.
Muqteda Sedr wek alîgirê hikûmeta Îranê li Îraqê tê nas kirin, bi navê fraksyona El-Ehrar di parlementoya Îraqê de beşdar e û ji 325 kursiyên parlementoyê 40 kursî bi dest xistine.
Basnews
