Şanda PDKê li ser pêk anîna hikûmetê ligel Gorranê dicive
Şanda PDKê ji her du endamên polîtburoya PDKê Fadil Mîranî û Azad Berwarî pêk tê, û birayre ligel Rêxerê Giştî yê Gorranê, Newşîrwan Mistefa û serkirdeyên din ên wê tevgerê, bicivin.
Li gor zaniyariyê Tora Medyayî ya Rûdawê, PDKê biniyaze di vê civînê de bersiva daxwaza Gorranê, bo wergirtina postên kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bide.
Herwiha dê pêşniyarên xwe bide Tevgera Gorranê bo wergirtina wezaret û postên din di hikûmeta bê de.
Yek ji wan postên ku di danûstandinên vê dawiyê de Tevgera Gorranê daxwaz dikir, Wezareta Navxwe bû.
Lê nediyare bê wê PDKê pêşniyara çi postan bide Gorranê.
Rudaw
