Kesayetiya Mele Mistefa Barzanî Kurdan li hev kom dike
Niha jî, piştî derbasbûna 35 salan biser wefata Mele Mistefa Barzanî de, rola wî ya sereke di xebata rizgarîxwaz a Kurdistanê de, hemû aliyan li hev kom dike, BasNewsê xwest bi vê minasebetê nêrîna çend kesayetiyan li Rojavayê Kurdistanê werbigire.
Di destpêkê de, Serokê Navenda Qahîre ya Lêkolînên Kurdî, Ebdilfetah Elî got: “Navê Mistefa Barzanî beşekî mezin ji hişryariya Kurd biriye, ji ber rola wî ya mezin di vejandina vê dozê de.”
Elî wiha axifî: “Bandora Barzanî ne tenê li ser Kurdên Iraqê maye, ji ber du sideman yekem: Gelê Kurd yeke û parçekirina Kurdistanê û sînorên çêkirî tu bandor li ser yekîtiya vî gelî çênekir, lewma Barzanî lîderê her çar parçeyane, ya duyem kesayetiya mele Mistefa ye, ku wiha kir bandora wê li ser hemû parçeyên Kurdistanê hebe.”
Ji aliyê xwe endamê rêxistina Soza Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, Çepal Îbrahîm wiha dibêje: “Mele Mistefa bo min sembola lîderekî raseteqîne ye, karî hemû tiştekî pêşkêşî gel û doza xwe bike, ew bû lîderê netewa Kurd.”
Endamê Polîtburoya Partiya Yekîtiya Kurd, Salih Ebbas jî da zanîn ku bandora rêber Barzanî li şûna xwe hişt “Li ser piraniya gelê Kurd li parçeyên din heye, Barzanî em fêrî rêbaza Kurdayetiyê kirin.”
Endama Hevpeymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê, Hêveron Şerî got ku Mele Mistefa sembola berxwedan û xebata gelê Kurd e, jiyan û xweşiya xwe kir qurbanê xweşiya gelê xwe, jiyana wî hemû metirsî bû, lê tevî vê yekê li ser xwe ma û mafê gelê xwe ji dest nedan.“
JI aliyê xwe ve rojnamevan Hoşîn Omer jî wiha axifî: “Bandora kesyetiya Bazanî hê di dilê her kurdekî de ye, gelê Kurd jî serkirdeyekî wiha ji bîr nake, bi taybetî piştî serkeftinan di şoreşên gelê Kurd de li Başûrê Kurdistanê.”
basnews
