Amerîka gefan li Rûsya dixwe
Jon Kerry di daxuyaniyeke televîzyonî de ragihand ku egera wê yekê heye ku Rûsya endamtiya xwe di grûpa “Gh” de, ku ji her 8 welatên zilhêz ên cîhanê pêk tê, jidest bixe “Bi sedema şandina hêzên xwe bo navçeya “Qırım” a Ukrayniya.
Herwiha Kerry hişiyarî da Vladimir Putin ku eger Rûsua dev şanda hêzan bo wê navçeyê ranewestêne “Dê cîvîna “G8” li Sochi neyê lidarxistin, û dê ji wê komê derkeve, dê ew kom pereyên kompaniyayên Rûsî rawestînin, kompaniyayê Amerîkî jî dê ji Rûsya vekêşin û dê dirava wê rûbirûyê guvaşên bêtir bibe.
Herwiha Wezîrê Derve yê Amerîka, êrîşa hêzên Rûsya li ser “Qirim” şermezar kir û ragihand ku ew kar ne ji mafê Rûsayê ye û balkişand ku “G8, heta asteke bilind amade ye ku Rûsiya ji endamtiya xwe dûrbixr.”
Di dawiyî de Jon Kerry ragihand ku dê Rûsiya rûbirûyê “Bandoreke gelek metirsîdar” bibe ji aliyê Waşington û welatên rojava ve egere bijareke din bo çareserkirina krîza Ukrayna, hilnebijêre.
ji aliyê xwe, her yek ji Brîtanya û Fransa ji civînên amadekarî bi lidarxistina “Lûtkeya G8”, ku biryare di meha Hizêranê de bê li Rûsya bê lidar xistin”, “Wek nerzaîbûnekê li ser destêwerdana Rûsya ya leşkerî di krîza Ukrayna de.”
Rudaw
