• Friday, 13 February 2026
logo

Di meha Şibatê li Îraqê de 700 kes hatine kuştin

Di meha Şibatê li Îraqê de 700 kes hatine kuştin

Netewên yekgitî dibêje di meha Şibatê li Îraqê de 700 kes hatine kuştin.

NY di raporteke xwe de behsa amara wan kesan dike ku di encama teqîn û tundûtîjiyên Îraqê di meha Şibatê de hatine kuştin û dibêje di meha Şibatê de li Îraqê herî kêm 700 kes hatine kuştin.

NY di beşeke din ya raporta xwe de behsa rewşa ewlekariya Parêzgeha Enbarê jî kiriye û nivîsandiye: Bi tenê di meha Şibatê de li Parêzgeha Enbar di bin navê şerê dijî DIŞIê de herî kêm 300 kes hatine kuştin.

Di berdewamiya raportê de hatiye eşkere kirin ku di meha Şibatê de li Bexda 239 kes, li Parêzgeha Selahedînê de 171 kes hatine kuştin û hijmara wan kesên ku birîndar bûne zêdetire ji 1381 kes.

Top