Kurdistanî bi çalakiyên curbicur Rêberê xwe bi bîr tînin
Bi minasebeta 35 saliya wefata Rêberê netewiya Kurd Kurdistanî çalakiyên curbicur pêk anîn.
Bi minasebeta 35 saliya wefata Rêberê gelê Kurd Mele Mistefa Barzaniyê Nemir, ev du roje Kurdistanî li seraserê Kurdistanê de çalakiyên curbicur pêk tînin.
Di vê çarçoweyê de duhê hijmareke gelek zêde ji Kurdên her çar beşên Kurdistanê bo bîranîna 35 saliya wefata Rêberê netewî yê gelê Kurd Mele Mistefa Barzaniyê Nemir serdana Mezara Nemiran ya li devera Barzanê kirin.
Ji bilî vê jî li seraserê bajar û bajarokên Kurdistanê de bi vekirina pêşengehên wêneyên Nemir Mele Mistefa Barzanî û herwiha çandina daran Nemir Mele Mistefa Barzanî di 35 saliya wefata xwe de ji aliyê Kurdistaniyan ve hate bîranîn.
