• Friday, 13 February 2026
logo

Hikûmeta Rûhanî: Em nikarin pêşiya bikaranîna Facebookê bigirin

Hikûmeta Rûhanî: Em nikarin pêşiya bikaranîna Facebookê bigirin
Wezîrê Çand û Îrşada Îslamî yê Îranê Elî Cennetî, diyar kir ku li Îranê 4 milyon kes Facebookê bikar tînin ji ber wê jî hikûmet di wê baweriyê de ye nabe pêşiya xelkê bê girtin ku Facebookê bikar bînin.

Li gorî ajansên îranî, wezîrê çand û îrşada îslamî yê Îranê Elî Cennetî, îro li ser qedexekirin û sansorkirina Facebookê û torên civakî û înternetê ragihand, dewlet di wê baweriyê de ku nabe pêşiya xelkê bê girtin û wiha got: “Em nikarin xwe bixin nav dorpêçê û wisa hizir bikin ku bo parastina nirxên mirovî pêşiya her tiştî bigirin, ji ber wê jî di bernameya hikûmetê de nîne ku pêşiya bikaranîna Facebookê bigire. ”

Elî Cennetî, da zanîn, ji ber ku niha li Îranê herî kêm 4 milyon kes Facebookê bikar tînin û 71% ji akinciyên Tehrana paytext televîzyonên setelayt bikar tînin, ev jî nîşan dide ku êdî nabe pêşiya bikaranîna Facebookê bê girtin.

Wezîrê çand û îrşada îslamî yê Îranê behsa qedexekirina qelema hinek nivîskaran ji aliyê wezareta îttilaatê di dema hikûmeta Mehmûd Ehmedînejad de jî kir û got, lê niha pirtûk bêyî nivîskaran tên nirxandin.

Elî Cennetî, li ser astengiyên li pêşiya hunermendê navdarê îranî Mihemed Riza Şeceriyan jî axivî û ragihand, hinek astengiyên ku li pêşiya Şeceriyan hene li derveyî karê wî ye û wiha anî ziman: “Emê hewl bidin van astengiyan ji holê rabikin lê siyasîkirina mijara Şeceriyan nehêle mifa ji hunera wî were girtin.”

Li Îranê, aliyên îslamî yên tundrew di wê baweriyê de ne torên civakî yên mîna Facebook û Twîtterê ji aliyê welatên Rojava ve wek “amûrên şerê nerm” li dijî Îranê tên bikaranîn. Lê ev di demekî ye ku zêdebarî fîlterkirin û sansorkirina van torên civakî, piraniya rayedarên dewletê bi taybet rêberê dewletê Ayetullah Elî Xaminêyî bi awayekî aktîf van toran bikar tînin.

Rudaw
Top