• Friday, 13 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Anîna hêza kar ji derve xelet e

Nêçîrvan Barzanî: Anîna hêza kar ji derve xelet e
Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî, di merasima vekirina projeya Şarî Ciwan de li Silêmaniyê axaftinek kir û got, divê sermiyana mirovî ya navxwe zêdetir girîng bê were dayîn ji ber ku anîna destê kar ji derve karekî xelet e.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, îşev li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina Şarî Ciwan ku ji hotêlek mezin û gellek beşên cur bi cur pêk hatiye, bû.

Piştî vekirina projê, Nêçîrvan Barzanî axaftinek kir û diyar kir, Herêma Kurdistanê piştevaniya berhemanîna navxwe dike û got, em spasiya wan kesan dikin ku li sermiyana xwe li Kurdistanê dixin kar.

Barzanî anî ziman ku ev projeyên mezin bi teşwîqa hikûmetê tên cîbicîkirin û hikûmet piştgiriya sektora taybet a geştiyariyê dike.

Serokwezîr Barzanî, destnîşan kir ku divê girîngiyek zêdetir bi hêza kar a navxwe were dayîn ji ber ku anîna hêza kar ji derve xelet e.

Nêçîrvan Barzanî spasiya xwediyê projê û serokê Farûq Holdîngê Farûq Mela Mistefa jî kir û got, eger sektora taybet rola xwe nelîze welat pêş nakeve.

Rudaw
Top