Parka Niştîmanîya Helgurd Sekran a Kurdistanê dikeve ser nexşeya Îraqê
Di evê derbarê de Serokê komîteya parka niştîmanîya Helgurd Sekranê Ebdulwahêd Gowanî ragehand ku îro Şewirmendê wezareta jîngeh ya Îraqê serdana birêveberatiya parka niştîmanîya Helgur Sekranê ya li Çomanê kir.
Piştî civîneke berfire li gel stafa cîhbicîh kirina projeya national parkê, Şewirmenê wezareta jîngeh ya Îraqê ragehand ku hikûmet biryar daye ev parka hank u 1200 km bikeve ser nexşeya Îraqê.
Şewirmendê wezareta jîngeh ya Îraqê Hakim Semed herwiha diyar kir ku hikûmeta Îraqê biryar daye bi rêya wezareta jîngehê her cure hevkarî û kar asaniyek bo cîhbicîh kirina vê projeya han pêşkêş bike.
