Parêzgarê Mûsilê: Li Iraqê kurd ji hemiyan zêdetir nêzîkî me ne
Esîl Nucêfî ku birayê Serokê Parlamentoya Iraqê Osame Nucêfî û sunnî ye, di daxuyaniyekê de ku ji Rûdawê re jî hatiye şandin, ragihandiye, hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Osame Nucêfî li ser nakokiyên navbera hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê bûye.
Parêzgarê Mûsilê ku di heman demê de yek ji berpirsên hevpeymaniya Muttehidûn e jî, daye zanîn ku Barzanî û Nucêfî li ser çawaniya çareserkirina arîşeya bûdce û birrîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine.
Li ser pêwendiyên navbera hevpeymaniya Kurdistanî û hevpeymaniya Muttehîdûn jî Esîl Nucêfî wiha gotiye: “Kurd di warên erdîngarî, mezhebî, hizrî û şaristaniyê de ji hemiyan zêdetir nêzîkî me ne û em her du jî dixwazin hîn nêzîkî hevdû bibin.”
Li gorî Nucêfî, bo lihevnêzîkbûnê divê mekanîzmek nû hebe.
Serokê parlamentoya Iraqê Osame Nucêfî, roja 27ê Sibata îsal serdana Hewlêrê kir û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî.
Rudaw
