Xelkê Helebce dê îro xwepêşandanekê li dar bixin
Xelkê Helebce dibêjin ku ev dê yekem gava wan a karê sivîl be û ew dê gavên xwe zêdetir bikin.
Xwepêşandan dê bi muhleta fermî bê lidarxistin û biryar e xwepêşandan saet 4ê piştî nîvro li ber peykerê Omerê Xawir li navenda bajar destpêbike.
Serpereştyarên xwepêşandanê dibêjin ku ji bo xwepêşandana wan mezin be ew berî niha ligel hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê û rêxistinên sivîl û oldaran civiyane.
Di xwepêşandana îro de xelkê Helebce wê daxwaz bikin ku berî 16ê adarê ku salvegera kîmyabarankirina bajar e, biryara bi parêzgehkirina Helebce bê bicihkirin.
Xelkê Helebce ji bo vê armancê wê daxwaz ji Serokatiya Herêma Kurdistanê û Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bikin ku li gor desthilata wan biryarê bidin.
Rudaw
