• Friday, 13 February 2026
logo

NY amara şerê meha Sibatê li Îraqê aşkere dike

NY amara şerê meha Sibatê li Îraqê aşkere dike

Netewên yekbûyî amara şerê di navbera hêzên ewlekariya Îraq û grûpên çekdar yên tundrew de ya heyvê Sibatê li Îraq`ê aşkere kir ku, li gor wê amarê, di heyama heyva Sibatê de 703 kes hatine kuştin û 1381 kesên din jî birîndar bûne.

Li gor amara Netewên Yekbûyî kesên hatine kuştin 564 kes sivîl in û 152 endamên polîs in her, weha hejmara birîndarn 1179 kes in ku 262 kes ji wan endamên hêzên polîs in.

Ji endamên hêzên ewlekariya Îraq`ê jî 139 kes hatine kuştin û 202 kesên din jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye ku, ev amar qurbaniyên şer û pevçûnên bajarê Enbarê nagire nav xwe.

Xendan
Top