• Friday, 13 February 2026
logo

Parlamentoya Tirkiyê paketa demokrasiyê pesend kir

Parlamentoya Tirkiyê paketa demokrasiyê pesend kir
Parlamentoya Tirkiyê paketa demokrasiyê ya ku ji aliyê serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ve hatibû pêşnyarkirin pesend kir.

Îro serê sibehê Parlamentoya Tikriyê projeyasya berferhkirina maf û azadiyan ku bi paketa demokrasiyê tê naskirin, pesend kir.

Li gor wê yasayê her partiyeke siyasî dikare sîstema hevserokatiyê bipejirîne, bi mercê ku ne zêdetirî 2 hevserokan hebin.

Heta niha bi tenê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) sîstema hevserokatiyê pejirandiye û BDPê dê bi heman sîstemê jî tevlî hilbijartinên şaredariyan bibe ku biryar e 30ê adarê bêne kirin.

Berî niha, dewletê alîkariya wan partiyan nedikir ku rêjeya dengê wan kêmtirî 7% bû, lê belê di paketa demokrasiyê de ew rêje wek 3% hatiye diyarkirin.

Paketa demokrasiyê di 30ê îlona 2013an de ji aliyê Erdogan ve hat ragihand û tê de mafê xwendina bi zimanê dayikê di dibistanên taybet de û herwiha bikaranîna zimanê dayikê di propagendayê de hatiye dayîn. Herwiha ew gund û bajarên ku navê wan hatibû guhertin dê vegerin ser navên xwe yên berê.

Piştî pesendkirina paketa demokrasiyê, Parlamentoya Tirkiyê dê heta 26ê vê mehê di betlane û bêhnvedanê de be.

Rudaw
Top