Parlamentoya Tirkiyê paketa demokrasiyê pesend kir
Îro serê sibehê Parlamentoya Tikriyê projeyasya berferhkirina maf û azadiyan ku bi paketa demokrasiyê tê naskirin, pesend kir.
Li gor wê yasayê her partiyeke siyasî dikare sîstema hevserokatiyê bipejirîne, bi mercê ku ne zêdetirî 2 hevserokan hebin.
Heta niha bi tenê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) sîstema hevserokatiyê pejirandiye û BDPê dê bi heman sîstemê jî tevlî hilbijartinên şaredariyan bibe ku biryar e 30ê adarê bêne kirin.
Berî niha, dewletê alîkariya wan partiyan nedikir ku rêjeya dengê wan kêmtirî 7% bû, lê belê di paketa demokrasiyê de ew rêje wek 3% hatiye diyarkirin.
Paketa demokrasiyê di 30ê îlona 2013an de ji aliyê Erdogan ve hat ragihand û tê de mafê xwendina bi zimanê dayikê di dibistanên taybet de û herwiha bikaranîna zimanê dayikê di propagendayê de hatiye dayîn. Herwiha ew gund û bajarên ku navê wan hatibû guhertin dê vegerin ser navên xwe yên berê.
Piştî pesendkirina paketa demokrasiyê, Parlamentoya Tirkiyê dê heta 26ê vê mehê di betlane û bêhnvedanê de be.
Rudaw
