• Friday, 13 February 2026
logo

Birîndarekî teqîna Kobanî jiyana xwe ji dest da

Birîndarekî teqîna Kobanî jiyana xwe ji dest da
Birîndarekî teqîna ku roja 11ê mijdara 2013an li ber navenda Heyva Sor ya Kurd li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê çêbûbû, jiyana xwe ji dest da.

Birîndarekî teqîna Kobanî bi navê Ziyad Salih Silêman ku zarokekî 13 salî ye, roja 28ê meha sibatê ya borî ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneyeke Tirkiyê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Ziyad duh ji Bakurê Kurdistanê anîn bajarê Kobanî û li goristana “Şehîd Dicle” li gundê Termikê spartin axê.

Bi vê yekê jî hejmara kesên ku di teqîna Kobanî de jiyana xwe ji dest dan gihişte 15 kesan.

Di nava kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dan 5 zarok hebûn, herwiha 6 ji wan koçberên ji parêzgeha Hemayê bûn.

Di encama teqînê de 28 kes birîndar bûbûn.

Rudaw
Top