• Friday, 13 February 2026
logo

BDPê di xweseriyê de li benda dewletê nasekine

BDPê di xweseriyê de li benda dewletê nasekine
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) xwe amade dikin ku piştî hilbijartinên şaredariyan li Bakurê kurdistanê bingeha xweseriya demokratîk ava bikin. Ev biryar ji aliyê siyasetmedar û hiqûqnasan ve tê şirovekirin.


Rayedarên her du partiyan di daxuyaniyên xwe de aşkere dikin ku ew li benda qebûlkirina dewletê nasekinin û dê bi vekirina meclisên herêmî û dibistanên ku bi zimanê dayikê perwerdeyê didin xweseriya demokratîk bidin destpêkirin.


Hiqûqnas dibêjin bi yasayên niha asteng li pêşiya xweseriya demokratîk heye, lê heke hikûmet xala avakirina şertên reveberiyên herêmî ya Neteweyên Yekbûyî biselimîne dê ev proseye hêsantir bibe.


BDPê dixwaze xweseriya demokratîk ne tenê li Bakurê Kurdistanê, lê belê li seranserê Tirkiyê bê pêkanîn. Li gorî projeya BDPê, Tirkiyê dê bibe 20- 25 herêmên xweser û her herêmek dê ji 3-4 parêzgehan pêk were.

Rudaw
Top