• Friday, 13 February 2026
logo

Li Wanê zêdetirî 577 kes wê deng bidin

Li Wanê zêdetirî 577 kes wê deng bidin
Li Bakurê Kurdistanê li bajarê Wanê amadekarî û propagendaya hilbijartinên şaredariyan her çiqas carina alozî derkevin jî bi hemû hêza xwe didomin.


Li Bajarê Wanê amadekariyên partiyan ji bo hilbijartinên herêmî ber bi hilbijartinê ve xurt dibin.


Di hilbijartinên herêmî yên 2009an de Şaredariya Wanê BDPê destxistibû.


Di hilbijartinên 2009an de BDPê %53 û AKPê jî %39 deng wergirtibûn.


Li gorî rojnameyên herêmî yên Wanê ku amadekariyên hilbijartinên şaredariyê ji nêz ve dişopînin jî di hilbijartinan de 2 hêzên sereke BDP û AKPê hene.


Piştî ku Şaredariya Wanê gihişte statuya “bajarê mezin” ji bo partiyên bi hêz jî bû xwediyê balkêşiyek cuda. Li gorî vê statuyê navçe jî ji bo navendê deng didin.


Nêrîna rojnamevanên Wanê jî ewe ku bajarê herêma Serhedê Wanê kî destbixe dê di herêmê de bibe xwediyê hêzeke girîng.


Li gorî “Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê” di hilbijartinên herêmî yên 30ê Adarê de li Wanê 577186 dengder dê deng bidin.

Rudaw
Top