• Friday, 13 February 2026
logo

DAIŞ ji Heleb vedikişe

DAIŞ ji Heleb vedikişe

Çekdarên dewleta îslamî li Êraq û Şam DAIŞ ji navçeyên parêzgeha Helebê vedikşe, ew yek jî piştî bangewaziya Bereya Nusre ku 5 roj molet dabû wan hatiye.

Rawengeha Sûriyê bo mafê mirov aşkira kiriye ku, ji roja pênşema borî ve grupên DAIŞ ji bajarokên (Me`reste, Mayer û her du gundên Kivîn û Dêrcemal û wêsgeha karebeya navçeya Til Rifatê û balafirxaneya Minixê a serbazî û navçeya Ezazê) vekişyaye.

Li gor zanyariyên rawengeha Sûrî ya mafê mirov çend girteyekî vîdeoyî jî belav bûne ku şêniyên navçya Ezazê a ser bi rîfa Helebê kêfxweşiya xwe ji vekêşana grupên DAIŞ nîşan didin.

Vekişyana DAIŞ li wan navçeyan piştî wê yekê tê ku serokê Bereya Nusre Mihemed Colanî 5 roj bo DAIŞ diyar kiribû daku ji herêmên Rîfa Helebê bikşin hatiye, eger na ewê bi tundî li dijî wê grupê hem li Sûriyê û hem li Êraqê jî şer bikin.

Her weha li gor zanyariyên çapemeniyê DAIŞ hêza xwe berve herêmên Minbicê û Babê û Cerablusê kişandiye û biryare hêza xwe li parêzgeha Reqayê a bi sînorê Êraqê ve bi cî bike.

Xendan
Top