Şer û pevçûn li parêzgeha Enbarê ya Iraqê bi tundî didome
Endamê Encumena Eşîrên bajarokê Fellûce yê parêzgeha Enbarê şêx Mihemed Becarî, ji Rûdawê re got, rewşa Fellûcê îro aram bû ji ber ku bombebarana hewayî ya li dijî çekdarên DAIŞê ku heta şeva borî jî didomiya, îro hat sekinandin lê şer û pevçûn li deverên başûr ên Fellûcê didome.
Şêx Becarî her wiha anî ziman, li bajarê Romadî jî ku navenda parêzgeha Enbarê ye, şer û pevçûn di navbera hêzên artêşê û çekdarên eşîrên deverê didome.
Yek ji berdevkên xwepêşanderên parêzgeha Enbarê Ebdurezaq Şimerî jî li ser rewşa parêzgehê ji Rûdawê re got, Parlamentoya Ewropa di daxuyaniyekê de siyaseta hikûmet û artêşa Iraqê li hember sunniyên Iraq bi taybet yên parêzgeha Enbarê şermezar kiriye.
Şimerî da zanîn, parlamentoya Ewropa her wiha girtina nûnerê Enbarê li parlamentoya Iraqê Ehmed Elwanî ji aliyê artêşa Iraqê ve û êrişên li dijî xwepêşanderên bajarê Romadî jî şermezar kiriye.
Li gorî agahiyên Rûdawê, di encama şer û pevçûnên bajarê Romadiyê de duh 17 leşkerên iraqî hatin kuştin û 2 otomobîlên leşkerî jî hatin şewitandin.
Wezareta berevaniya Iraqê jî ragihand, hêzên hewayî ya Iraqê kargehek çêkirina teqemenî û bombeyan a rêxistina DAIŞê li başûrê bajarê Mûsilê dane ber bombeyan û jinav birine.
Fermandeyê tabûra sêyemîn a polîsê Iraqê Mehdî Xerawî jî ragihand, di encama êrişa li dijî çekdarên DAIŞê de li başûrê Mûsilê, 40 çekdar hatine kuştin û 127 çekdar jî hatine girtin.
Cîgirê serokê encumena parêzgeha Enbarê Falih Îsawî jî da zanîn, dê guhertinên nû derbarê rewşa bajarokê Fellûcê de rû bidin lê ti agahiyek din neda.
Rudaw
