Tevgera Îslamî li Hewlêrê derket xwepêşandanê
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li cihê xwepêşandanê got ku xwepêşanderan druşma “Na ji bo qutkirina qûta xelkê” û çend druşmên din bilind kirin.
Ev xwepêşandan û nerazîbûn di demekê de ne ku heta niha Bexda mûçeya meha sibatê ya fermanberên Herêma Kurdistanê neşandiye.
Duh jî li bajarê Bexdayê çalakiyeke nerazîbûnê li dijî qutkirina mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.
Rudaw
