ENSê car din vegeriya nav hevpeymaniya opozîsyonê
ENSê di daxuyaniyekê de ragihand ku sekreteriya giştî ya ENSê di civîna xwe ya ku di her du rojên 27 û 28ê sibatê de li bajarê Stenbolê hat lidarxistin, biryar da ku kutleya ENSê bi hemû pêkhateyên xwe vegere nav rêzên hevpeymaniya opozîsyonê.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin “Piştî her du gerên danûstandinên Cenêvê rastî şikestinê hatin û nikarîbûn armancên gelê Sûriyê bi cî bînin û rejîmê piştrast kir ku tenê xapan dike û ew li ber çavê civaka navneteweyî di kuştina xelkê Sûriyê de berdewam e, me biryar da car din vegerin nav rêzên hevpeymaniyê”.
Biryara hevpeymaniya opozîsyonê ya taybet bi beşdarîkirin di danûstandinên kongreya Cenêv2 de, nêrînên cuda û nakokiyên tund di navbera aliyên opozîsyonê de bi xwe re anîbûn holê û di encama wan nakokiyan de ENSê di meha çille de biryar da xwe ji hevpeymaniyê vekişîne.
Piştî rûniştina destpêka kongreya Cenêvê ku roja 22ê çile li bajarê Montreux ê Swîsrayê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî û nûnerên nêzîka 40 welat û rêxistinên navdewletî û herêmî hatibû lidarxistin û piştî du gerên danûstandinan di navbera her du şandeyên rejîm û opozîsyona Sûriyê de û bi serpereştiya nûnerê navneteweyî û erebî Exzer Îbrahîmî, ti encam û pêşketin ji kongreyê derneketin.
Şandeya rejîma Sûriyê tekîd dikir ku divê xala nehiştina terorê berî ku ti xalên din bên behskirin û şandeya opozîsyonê jî rijd bû ku xal û armanca sereke ya kongreyê damezrandina desteya intîqalî be û bêy ku lihevkirin li ser pilana Îbrahîmî ya danûstandinê bê kirin û bêy ku rojek ji bo gereke nû ya danûstandinan bê destnîşankirin, her du şand ji ber hev rabûn.
Endamê şanda opozîsyona Sûriyê Ebdulehed Stêfo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku hebûn û nebûna gereke nû ya danûstandinan, heta radeyek mezin bi raporta Îbrahîmî derbarê danûstandina de girêdayî ye ku tê çaverêkirin di naverasta adarê de pêşkêşî Konseya Ewlekariyê bike.
Stêfo tekez kir ku hevpeymaniya opozîsyonê ti biryar bi redkirina danûstandinê nedaye.
Rudaw
