Saliha Gedo: Deriyê sînorî yê Til Koçer ev 4 roj in hatiye vekirin
Li gorî ANFê, Wezîrê Karên Derve yê Kantona Cizîrê Salih Gedo diyar kir ku hevdîtinên şandeya wezareta wan bi gellek rayedar û aliyên siyasî yên Iraq û Başûrê Kurdistanê re erênî bûn û wiha got: “Ji bo pênasekirina Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê û hemû aliyên siyasî piştgiriya rêveberiyê bikin, serdana Başûrê Kurdistanê pilana serekî ya wezaretê bû.”
Gedo di axaftina xwe de got ku serdana wan nêzîkî 16 rojan berdewam kir û encamên serdanê jî erênî bûn bi taybet piştî ku 16 partiyan ku cihê xwe di Parlamentoya Herêma Kurdistanê de digirin, piştgirî dan Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê.
Gedo derbarê çareserkirina pirsgirêkên aborî û vekirina deriyê sînor ê Til Koçer ê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Iraqê û serdana wan a Iraqê de wiha anî ziman: “Hikûmeta Iraqê piştî ku piştgiriya xwe da Rêveberiyên Rojava soz da ku deriyên sînor ji bo ku alîkariyên mirovî derbasî Rojava bibin, veke. Niha jî ji bo derî ji bazirganiyê re were vekirin, karûbar û lêkolînên qanûnî tên kirin.”
Gedo di berdewama axaftina xwe de got ku mixabin ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi karê avakirina hikûmeta nû re mijûl bû wan nekarî hevdîtinan pê re pêk bînin û diyar kir ku dê di dema pêş de serdana hikûmeta nû bikin.
Derbarê pilanên wezaretê de Gedo diyar kir ku dê di dema pêş de li ser vekirina deriyên sînor ên di navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de bi Hikûmeta Tirkiyê re hevdîtinan pêk bînin.
Rudaw
