‘Çarenivîsa Heskîfê bi 30’ê Adarê ve girêdayî ye’
Heskîfa ku divê ji bo bikeve nav UNESCO hewldan were kirin, ji tûrîstên xwecihî û biyanî yên dixwazin vê mîrateya hevpar a cîhanê bibînin, tê veşartin. Beriya niha bi 2 salan, ji ber kevirek ji tahteke ji bajarê Şikeftan ket xwarê, herêma dîrokî li geştyaran hatibû girtin. Bi benda polîsan a li ser rêya çûyîna bajarê dîrokî re, çûn û hatina geştyaran tê astengkirin. Herî dawî bi hinceta ji bo pira dîrokî ya 3 çavan di binê ava bendavê de nemîne bend li dora wê hat gerandin û ji aliyê rayedarên ewlekariyê yên fîrma çêker ve wênekişandina tûrîstan jî hat qedexekirin. Li geştyarên ku nerazîbûnê nîşanî rewşê didin jî gefa ’emê bangî polîsan bikin’ tê xwarin.
Aktîvîstê Hewldana Jîndarkirina Heskîfê Recep Kavûş ji ANF’ê re got li hemberî Bendava Ilısû ya ku Hestîfê di binê avê de dihêle, hemû sazî di dema dawî de bêdeng mane û destnîşan kir ku partiya piştî 30’ê Adarê rêveberiyê dewir bigire, wê çarenûsa Heskîfê diyar bike.
Kavûş wiha axifî: 'Heskîf bajarekî antîk ê kevnare û dîrokî ye. Ev bajarê antîk bi gefa tinebûnê ya Bendava Ilisû re rû bi rû ye. Dem kêm dibe. Dîwarên bendavê roj bi roj bilind dibe. Li gor plana hikûmetê wê piştî 2 salan bendav temam bibe. Hikûmetê herwiha lez daye xebatên barkirina bajêr. Li pêşberî vê, Heskîf bi awayekî bêxwedî li çarenûsa xwe ve hatiye terikandin. Bêdengiya ji ber hilbijartinê heye, lê belê Heskîf bi helwesta partiya di vê hilbijartinê de Heskîfê bi dest bixe ve, girêdayî ye. Tevî ku Heskîf mîrateya hevpar a cîhanê ye, gotina Heskîfiyan di vî warî de girîng e.'
Kavûş da zanîn ku ligel biryara rawestandinê ya 10. Daîreya Dadgeha Şêwirmendiyê jî, fîrmaya çêker binê pira bi hezaran salî dikole û axaftina xwe wiha qedand: 'Ligel ku Heskîf di asta yekemîn de qada sîtê ye, ji nexşeyê tê birin û kes li hemberî vê dengê xwe bilind nake. Tevî biryara dadgehê jî fîrma çêker qanûnan binpê dike û li kesî guhdarî nake. Ligel vê bêhiqûqiyê jî partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên demokratîk bêdeng in, xwedî plan program nînin. Pêwîste namzetên heyî projeyên xwe yên ji bo rizgarkirina Heskîfê ji gel re vebêjin. Piştî ku Heskîf mîna Zeugma di binê avê de ma, dê nerazîbûnên werin nîşandan nikaribin Heskîfê rizgar bikin. Bêyî ku çanda me ji holê bêrakirin, divê em dengê xwe bi xurtî bilind bikin.'
Basnews
