Şehristanî: Me helwesta xwe li hember Kurdistanê nerm kiriye
Alîkarê Malikî di karûbarê enerjiyê de Husên Şehristanî, îro (01.03.2014) li bajarê Besrayê yê Iraqê axaftinek kir û behsa siyaseta petrolê ya Iraqê û Herêma Kurdistanê kir. Di medyaya iraqî de wisa hat gotin ku Şehristanî êrişî Herêma Kurdistanê kiriye.
Lê berpirsê ofîsa Şehristanî, Feysel Ebdullah, ji Rûdawê re got, Şehristanî di gotara xwe ya îro de ragihand ku ew hêvîdar e Herêma Kurdistanê jî mîna Besrayê petrola xwe zêde bike.
Feysel Ebdullah ew îdiayên ku dibêjin alîkarê Malikî êrişî Herêma Kurdistanê kiriye, bi derew derxist û li ser encamên hevdîtina dawî ya navbera şanda Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî wiha got: “Pêşniyar û daxwazên Herêma Kurdistanê li ber destê me ne û li ser wan gotûbêj dikin. hêviya me ew e em bigihên rêkeftinê û me li ser vê yekê jî nermî nîşan daye.”
Wî berpirsê Iraqî negot dê kengê bersiva Hewlêrê bidin.
Rudaw
