• Friday, 13 February 2026
logo

‘Cemaeta Gulen ji MHP’ê zêdetir li dijî Kurd e’

‘Cemaeta Gulen ji MHP’ê zêdetir li dijî Kurd e’
Rêveberê kanala STV ya ser bi Cemaeta Gulen, Abdullah Akadiroglu îdîa dike ku Tirkiye parçe dibe û dibêje: ‘’Tirkiya parçe dibe, niha dora azadkirina Abdullah Ocalan e.’‘ Nivîskar Nevzat Bingol jî got: ’‘Îro Cemaeta Gulen ji MHP’ê zêdetir li dijî çareseriya pirsa Kurd e.’‘

Li Tirkiyê roj bi roj milmilane û nakokiyên navbera hikûmeta AKP’ê û Cemaeta Fethullah Gulen zêde dibin. Li ser sosyal medyayê jî endam û alîgirên Gulen desthilata AKP’ê bi rêkeftina nehênî ligel PKK û Ocalan tohmetbar dikin.

Rêveberê kanala STV ya ser bi Cemaeta Gulen li Enqereyê Abdullah Akadiroglu, li ser pêgeha xwe ya taybetî ya Twitterê (https://twitter.com/aakadiroglu) wiha nivîsiye: ‘’Desthilat gehiştiye astekî ku ji hemûyî zêdetir kêfa wê ji terorîstan re tê. Niha li başûrê rojhilat (Bakurê Kurdistanê) otonomî hatiye ragehandin. Dora azadkirina Ocalan e.’‘

Akadiroglu di twîteke din de wiha dibêje: ‘’Li wan cihên ku namzetên BDP’ê lawaz in, piştgiriya AKP’ê dikin. Li ser otonomiyê lihev kirine.’‘ Di twîteke din de jî wiha nivîsiye: ’‘Parçebûna Tirkiyê meseleyeke gelekî mezin e, lê ji bo ew mesele nebe rojev perdê pê dadikin.’‘

Di vê derbarê de Nivîskar Nevzat Bingol ji BasNewsê re axifî û got: ‘’Hemû hewldanên Cemaeta Gulen jiderbxistina proseya çareseriyê ye. Sedeme serekî ya nakokiyan jî ligel hikûmetê ragehandina proseya çareseriyê ye.’‘

Li gor Bingol, di warê fikrî de îro Cemaeta Gulen ji hemû aliyekî û MHP’ê jî zêdetir dijminatiya Kurdan dike û wiha dibêje: ‘’Dibêjin proseya çareseriyê Tirkiye parçe dike, ji ber proseya çareseriyê siyaseta Kurd û Kurdistanî bi pêş xistiye, cemaet êrîşî hikûmetê dike. Herwiha cemaet di rojname û televizyonên xwe de dijminan ji Kurdan re çêde. Di rêze fîlma ‘Şefkat Tepe’ ya STV’yê de her roj sivikayetî bi Kurdan tê kirin. Nûçeyên wê televiyonê tirsa parçebûna Tirkiyê dixin dilê xelkê. Ez nizanim ji vêna zêdetir dijminatî çawa ye?.’‘

Basnews
Top