• Friday, 13 February 2026
logo

Li Îraqê zêdetir ji 79 kesan bûne qurbanî

Gulan Media February 28, 2014 Nûçe
Li Îraqê zêdetir ji 79 kesan bûne qurbanî

Di encama çend teqînan li deverên curbicur yên Îraqê de 79 kes bûne qurbanî.

Di vê derbarê de çavkaniyên ewlekarî yên li Îraqê diyar kirin ku dohê bi şev li taxê Sedir ya li Rojhilatê Bexdayê de du teqîn pêk hatine û di encama wan 17 kes hatin kuştin û 37 kesên din jî birîndar bûn.

Çavkaniya han eşkere kir kir ku li Bakûrê Bexdayê de jî bombeyeke din hatiye teqandin û di encam de 8 kesên din birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve di encama êrîşa hijmareke çekdarên nenas bo ser Efserekî dije teror ev Efser canê xwe ji dest daye.

Li Xormatûyî jî di necama teqînekî 11 kesên din birîndar bûne.
Top