175 kes di kemînekê de li Şamê hatin kuştin
Medyaya fermî ya hikûmeta Sûriyê belav kiriye ku “Grûpeke mezin a çekdaran li nêzîk bajarokê el-Uteybe li devera Xûteya rojhilat ketine ber kemîneke Artêşa Sûriyê û di encam de herî kêm 175 çekdar hatine kuştin”.
Ajansa SANA ya fermî ya Sûriyê diyar kir ku pirraniya çekdarên kuştî bi regez “siûdî, qeterî û şîşanî ne û endamên Cebhet el-Nusre û Lîwaya el-Îslam in”.
Derbarê vê bûyerê de Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê daxuyaniyek belav kir û tê de tekîd kir ku kesên di wê kemînê de hatine kuştin “hemwelatiyên sivîl in û ji ber birçîbûn û kuştina rejîma reviyabûn”.
Hevpeymaniya opozîsyonê diyar kir ku kesên ji kemînê filitîne tekîd dikin ku ew hemû sivîl bûn ne çekdar.
Opozîsyonê herwiha got ku kemîn ji aliyê hêzên rejîmê û bi alîkariya çekdarên Hizbullahê Libnanê hatiye kirin.
Serokê Rewangeha Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman jî ji ajansa Reutersê re got ku grûpa Hizbullah di amadekirina kemînê de aliyê sereke bû.
Pirraniya deverên Xûteya Rojhilat, ku mîna kevanekî li derdora Şama paytext e, di bin kontrola hêzên opozîsyonê de ne û bi tundî ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve dorpêçkirî ne.
Rudaw
