• Friday, 13 February 2026
logo

DAÎŞê mezarê şêxên Xeznewiyan li Til Meirûfê teqandin

Gulan Media February 27, 2014 Nûçe
DAÎŞê mezarê şêxên Xeznewiyan li Til Meirûfê teqandin
Şeva borî çekdarên Dewleta Îslamî li Iraqê û Şamê (DAÎŞ) dest danîn ser gundê Til Meirûf ê girêdayî nahiyeya Tirbespiyê li Rojavayê Kurdistanê.

Çavkaniyekê ji gundê Til Meirûf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAÎŞê mezarê şêxên Xeznewiyan û navenda asayişa PYDê li Til Meirûfê teqandin.

Çavkaniyê got “Şeva borî dora saet 1ê şevê, çekdarên DAÎŞê ji hêla başûr û rojava ve êrîşî gundê Til Meirûf ê ku di bin kontrola YPGê de bû kirin û dest danîn ser gund”.

Li gor heman çavkaniyê, çekdarên DAÎŞê 10 hemwelatiyên sivîl li gundê girtin û herwiha mezarê şêxên Xeznewiyan ên terîqete Neqişbendî li gund teqandin.

Çavkaniyê herwiha got “Çekdarên DAÎŞê navenda asayişa PYDê û çend malên gundiyan jî teqandin”.

Hat gotin di teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da.

Bi gotina heman çavkaniyê “şervanên YPGê yên ku li nav gund bûn reviyan û niha li gundê Sihil li bakurê Til Meirûfê bi cih bûne”.

Çavkaniyê diyar kir ku hinek zanyarî hene ku çend şervanên YPGê yên jin ku di nava mala şêxekî li gund de asê mabûn, ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin girtin.

Çavkaniyê got ku gundî hemû ji gund reviyane û berê xwe dane gund û navçeyên li bakur.

Navçeyên li Başûr û başûrê rojavayê gundê Til Meirûf di bin kontrola çekdarên radîkal û DAÎŞê de ne.

Rudaw
Top