• Friday, 13 February 2026
logo

Mamostayê Kurd rikaberê Serokkomarê Îranê ye

Gulan Media February 27, 2014 Nûçe
Mamostayê Kurd rikaberê Serokkomarê Îranê ye
Radyoya Farda ku li derveyî Îranê weşanê dike û wek dijberê Komara Îslamî ya Îranê tê nas kirin, sê sale ku rapirsiyê li ser 10 kesayetiyên bi bandor ên li navxweya Îranê dike.

Di rapirsiya îsal de mamostayê Kurd, Mihemed Elî Mihemediyan yê xelkê bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê ku ji bo hevsoziya bi şagirdê xwe yê bi navê Mahan re ku tûşî nexweşiya kanserê bûye, serê xwe sifir lêdabû, take kesayetiyê ferhengî ye ku ji bo bidestxistina dengan bi kesên wek Hesen Rûhanî, Babek Zencanî, Seîd Murtezewî re hevrik e.

Karê wî mamostayê Kurd, ji bo hevxemiya bi şagirdê xwe re di demeke pir kurt de manşeta hemû rojnameyên Îran, Kurdistan û cîhanî bû. Mihemed Elî Mihemediyan mamostayê Dibistana Şêx Şeletût a Merîwanê ye ku ji aliyê Serokkomarê Îranê ve hat xelat kirin û pûla posteyê ya taybet bi wêneyê wî li Îranê hat çap kirin.

Zêdeyî 200 rojnamevan û peyamnêr, navê kesayetiyên ku salane di kanalên medyayê de zêdetirîn nûçe li ser wan hatine amade kirin û li cîhanê deng vedane ji bo rapirsiya Radyo Fardayê re şandine ku di encam de lîsteyeke 10 kesî ji ’’Mihemed Cewad Zerîf, Mehdî Kerûbî, Mîr Husêyin Mûsewî, Mihemed Nûrîzad û Haşimî Refsencanî’’ pêkhatiye.

Di rapirsiya salên borî de çalakvanê siyasî, Riza Pehlewî û Parêzer û çalakvana medenî Nesrîn Sutûde zêdetirîn deng bi dest xistibûn.

Basnews
Top