• Friday, 13 February 2026
logo

Li Hesekê 500 hezar koçberên navxwe hene

Gulan Media February 27, 2014 Nûçe
Li Hesekê 500 hezar koçberên navxwe hene
Buroya Karûbarên Mirovî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ser bi Neteweyên Yekbûyî, di raporeke nû de eşkere kir ku nêzîka nîv milyon hevwelatiyên Sûriyê koçî navçeya Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê kirine. Heman buroyê da zanîn ku pêdiviya 250 hezar koçberan bi xwarin, derman, cil û cih heye.

Li gor Ajansa El-Şer El-Ewset a Misrî, Buroya Karûbarên Mirovî li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (OCHA) ser bi Netewyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya nû de ragehand ku ji ber zêdebûna hêjmara koçberan, rewşa mirovî li Hesekê her diçe aloztir dibe. Di raporê de tê gotin ku pêdiviya nêzîka 250 hezar ji wan koçberan bi xwarin, derman, cil û cih heye.

Li gor raporê, NY`ê bi alîkariya navendên peywendîdar di hundirê 3 mehan de ji bo 40 hezar koçberan alîkariyên tenduristî li Hesekê û Qamişlo belav kirine ku li herdû bajaran jî gelek koçber bicîh bûne.

Di rapora Netewên Yekbûyî de her wiha tê diyar kirin ku li Himusê jî ku 600 roj bûn di bin ambargoyê de bû, piştî agirbesta 7`ê sibatê ya di navbera hêzên rejîmê û mixalefetê de xebatên alîkariya mirovî hatine destpê kirin.

Di raporê de tê gotin ku di sê rojên pêşî yên agirbestê de nêzîka 1400 hevwelatiyên sivîl ji bajarê Himusê hatine derxistin, lê hê jî metirsî heye ku rejîm rê nede hevwelatiyên ku li bajarokê Himusa kevin dimînin, bên derxistin.

Basnews
Top