Kerkûkiyan hefteyek mohlet dan hikûmeta Malikî
Herwiha ji bo vê mebestê zêdeyî hezar kesî xwe amade kirine ku li ber deriyê serekî yê Şirketa Petrola Kerkûkê çadiran vedin û nehêlin fermanberên şirketê biçin û bên û karê xwe bikin.
Rêxistinên sivîl doh (26.02.2014) li bajarê Kerkûkê li beramberî neşandina meaşê fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Malikî ve xwepêşandanek lidar xistn. Xwepêşandanê bi slogana ‘Ez Kerkûkî me, Kerkûk Kurdistanî ye’ dest pê kir û daxwaz kirin ku hinardekirina petrola Kerkûkê bi bendera Cîhan a Tirkiyê bê ragirtin.
Di vê derbarê de Rêveberê Mala Kurd li Kerkûkê Şêrzad Umer Caf, ji malpera Xendanê re got: ‘’Me yek hefte mohlet daye hikûmeta federal a Bexdayê daku meaşê fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne, berevajiya wê jî em nahêlin petrola Kerkûkê were hinardekirin.’‘
Şêrzad Caf, ku îro rêxistina wan ligel nêzîka 150 komele û rêxistinên din heta bi ber Şirketa Petrola Kerkûkê meşiyan û yadaştek wek nerazîbûn dan rêveberê şirketê, wiha axifî: ‘’Me di wê yadaştê de bi awayekî eşkere daxwaz kiriye ku meaşê fermanberên Herêma Kurdistanê were xerckirin, eger di hundirê hefteyekê de meaş neyê şandin, wê demê emê jî li ber deriyê serekî yê şirketê çadiran vedin.’‘
Caf wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Niha zêdeyî hezar kesî ji her sê neteweyên Kurd, Turkmen û Ereb amadebûna xwe pêşan dane daku di nav çadiran de bimînin û nehêlin fermanberên şirketê biçin hundir. Zêdeyî 10 hezar fermanber û karmendên şirketê hene û em nahêlin yek fermanber jî hat û çû bike, bi vî awayî jî em nahêlin petrola Kerkûkê biçe Tirkiyê.’‘
basnews
