• Friday, 13 February 2026
logo

Barzanî: Çavkaniya pirsgirêkên zeftkirina desthilatê ye

Gulan Media February 27, 2014 Nûçe
Barzanî: Çavkaniya pirsgirêkên zeftkirina desthilatê ye
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand ku çavkaniya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de binpêkirina destûr û zeftkirina desthilatê ye û got: ‘’Encama wê jî ew bû ku İraq ji wateya dewletbûnê dûr bikeve, xizmetguzarî û asayîş jî têk biçe.’‘

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro (26.02.2014) li Selahedîn ligel Rêveberê Giştî yê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa li Wezareta Derve ya Fransa Jean-François Girault û şanda pêre civiya. Di civînê de rewşa siyasî ya navçeyê û pêşhatên dawî yên Sûriyê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de Barzanî got: ‘’Çavkaniya pirsgirêkên binpêkirina destûr û zeftkirina desthilatê ye, enca wê jî ew bû ku İraq ji wateya dewletbûnê dûr bikeve, xizmetguzarî, asayîş û jiyan jî têk biçe û saziyên dewletê ji kar bikevin. Divê bi rêya pêbendbûna aliyan bi destûrê ve û hilbijartina dahatû ya Parlamentoya İraqê rêyek bo çareserkirina pirsgirêkên İraqê bê dîtin.’‘

Rêveberê Giştî yê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa li Wezareta Derve ya Fransa Jean-François Girault jî bal kişand ser rewşa nebaş a ewlekariya İraqê û nîgeraniya xwe pêşan da ku prensîbên federalîzmê nayên çalakkirin, karê parlamenterî têk çûye, dam û dezgahên İraqê lawaz bûne û herwiha di navbera pêkhateyan de jî pirsgirêk kûrtir bûne.

Rudaw
Top