Xwepêşandanên li dijî Malikî ji Soran dest pê dikin
Di vê derbarê de Serokê Navenda Rewşenbîrî ya Soran Yusif Hemed ji BasNewsê re got: ‘’Li beramber wê siyaseta yekalî ya Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî ku li beramber Kurdan bikar tîne û bi taybetî jî ragirtina meaşê fermanberan, mer biryar daye sibe saet 11’ê danê sibehê li ber çar-rêya Pêşmerge ya qezayê xwepêşandanekê bikin û helwêst werbigirin.’‘
Yusif Hemed da zanîn ku ji xeynî rhexistinên civaka sivîl, tê çaverêkirin ku beşeke zêde ya fermanberan jî tevî xwepêşandanê bikin.
Endamê Lijneya Amadekar a Xwepêşandanê Îsmaîl Îbrahîm jî bo BasNewsê wiha axifî: ‘’Em ê di vê kombûnê de ji nav bazara Soran biçin ber ofîsa Soran a Parlamentoya Kurdistanê û li wir beyannameyê bixwînin. Herwiha em ê daxwiyaniyê bi rêya ofîsa parlamentoyê bişînin ji serokatiya parlamento, serokatiya herêmê, encûmena wezîran a Kurdistanê, konsolxane û Neteweyên Yekbûyî re.’‘
Îbrahîm axaftina xwe wiha qedand: ‘’Ji ber wêya ku her dem em wek xelkê devera Soran di pirsên neteweyî de hevdeng bûn, tê çaverêkirin ku gelek hevwelatiyên Soran û fermanberên hikûmetê jî beşdarî vê xwepêşandanê bibin û piştgiriya me bikin.’‘
Basnews
